Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê bi iddiaya ku “dewlet biçûkxistiye” derbarê Emîne Şenyaşar de doz hatibû vekirin û danişîna dozê li 5emîn Dadgeha Cezê û Asliyeyê ya Rihayê hate lidarxistin.
Di danişînê de parêzerên Şenyaşarê Hidayet Enmek, Bulent Dûran û Ahmet Taş amade bûn lê ji ber Şenyaşar emeliyat bûye nekarî tev li danişînê bibe.
Danişîn bi daxwaza ku Şenyaşar di danişîneke din de were guhdarkirin, taloqî 30ê Çiriya Paşiyê kirin.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)