Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyên nexweş li Amedê dane destpêkirin di roja xwe ya 275ê de li ber Edliyeya Amedê dewam dike.
Wekîla Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş-Beştaş, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Aştî û Çandê ya Piştevanî Alîkariya bi Malbatên Kesên li Dergûşa Şaristaniyên Mezopotamyayê Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) beşdarî çalakiyê bûne.
"Ne normal e, em ê qebûl nekin"
Xwişka Reşahat Adaya ku li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmara 2yê ya Amedê girtî Hamdûsena Ada di dema çalakiyê de axiviye û gotiye ku bila xizmên me serbest bibin û bên dermankirin.
Adayê destnîşan kiriye ku hejmara kesên bi nexweşiya Covid-19ê ketine zêde bûye û girtiyên nexweş nabin girtîgehê.
Paşê Wekîla Seroka Koma HDPyê Meral Daniş-Beştaş axiviye û diyar kiriye ku pirsgirêkên li girtîgehan hene, li çar aliyê Tirkiyeyê belav bûne: "Ne tenê li Amedê, ji Tekîrdagê heta Wanê, ji Ordûyê heta Mersînê belav bûye. Mirinên li girtîgehan, kuştin bûne asayî. Nedermankirina girtiyên nexweş dixwazin bikin awarte. Ev ne awarte ne, em yekê jî qebûl nekin.
"Li dijî girtiyan hiqûqa dijminatiyê pêk tînin. Yên ku Aysel Tûglûk bernadin, biryara berdana Çevîk Bîrî dan. Tenê ne girtî tên cezakirin, her wiha malbatên wan jî tên cezakirin. Hiqûqa dijminatiyê li dijî girtiyên kurd xistine meriyete. Her kesên ku îro vî sûcî dikin, wê li qesra edaletê li ser kursiya bersûcan rûnên.” (AS/FD)