Derhênerê fîlmê "Ji Bo Mirinê Wext Nîne" Cary Joji Fukunaga ye û Daniel Craig, Ana de Armas, Rami Malek, Ralph Fiennes û Ben Whishaw tê de lîstine.
Daniel Craig di çar fîlmên dawîn da di rola "007 James Bondî" derketibû pêşberî temaşevanên sînemayê. Craig cara dawiyê di heman rolî de lîstiye.
"Bêhna Xwe Bigire 2"
Kesên weke Stephen Lang, Madelyn Grace, Adam Young, Brendan Sexton û Bobby Schofield di fîlmê "Bêhna Xwe Bigire 2"yê de lîstine. Rodo Sayagues derhênerê fiîlmî ye.
"Rêhevalên Dildar"
Andrey Konchalovskiy-yî derhêneriya fîlmî kiriye ku derhênerekî navdar ê sînemaya rûsî ye.
Yuliya Vysotskaya, Vladislav Komarov, Andrey Gusev, Yuliya Burova û Sergei Erlish di fîlmî de lîstine.
Di fîlmî de behsa kuştina karkeran a li bajarê Novoçerkasskê dikin ku di bûyer di sala 1962yan da pêk hatiye.
"Nêçîr"
Di vî fîlmî de kesên weke Bîllur Melîs Koç, Ahmet Rifat Şungar, Yagiz Can Konyali, Adam Bay û Emre Yetîmê lîstine û Emre Akay derhêner e.
"Tolhildan"
Engîn Akyildirim derhênerê fîlmî ye û Gumrah Tolu, Sezen Aşirt û Alpay Atîlla tê da lîstine. Li ser çîroka zilamekî ku jin û keça wî hatine kuştin û li peyê tola xwe ketiye, disekine.
“Nêçîrvan Kehaneta Ewil"
Onur Aldogan derhêner e û kesên weke Gurbey Îlerî, Bulent Çetînaslan, Turabî Çamkiran, Ferzan Hekîmoglu û Levent Sulun tê de lîstine. Fîlm li ser bûyerên ku tên serê xwendekarekî arkeolojiyê disekine.
"Pirtûka Cinan"
Rasul Kulîev, Derya Acar, Sarkhan Shkhiyevv, Elîf Şahin û Halîl Kumova lîstikvanên fîlmî ne û Hakan Aydin derhêneriya wê kiriye. Çar xwendekarên zanîngehê artêşeke cinan şiyar dikin û bûyer dest pê dikin.
"Kûçikê Super û Pişîka Turbo"
Ben Smith derhêneriya vî fîlmê anîmasyon kiriye û tê behsa çîroka Buddyê dike ku 50 salên xwe li fezayê derbas kiriye û paşê vegeriyaye ser rûyê erdê, lê êdî tu derê nas nake.
"Mufreze"
Enes Bîlal Taşçi derhêneriya vê fîlmê dike û Îsmaîl Hakki, Sera Tokdemir, Emrah Gîrgîn, Rabîa Yalçin û Serkan Kuru tê da dileyîzin. (FD)