Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Istatîstîkan a Tirkiyeyê(TUIK) û Koma Lekolîna Enflasyonê(ENAG) daneyên enflasyonê weşandine.
Li gorî TUIKê enflasyona mehane ji sedî 6,65 e û ya salane jî ji sedî 57,68 e.
Li gorî daneyên ku TUÎKê aşkere kiriye koma sereke ya ku herî kêm li gorî salê zêdebûnê nîşan dide cil û berg û pêlav in ku ji sedî 24,24 e. Ji aliyê din ve koma sereke ya ku herî zêde dibe tenduristî ye ku ji sedî 77,22 e.
Li gorî ENAGê enflasyona mehane ji sedî 9,26 e û ya salane jî ji sedî 121,62 e.
Li gorî daneyên ENAGê di meha Kanûna Paşiyê de herî kêm zêdebûna mehan di tenduristiyê de bûye ku ji sedî 1,79 e û herî zêde jî di koma kel û pelên malê de bûye ku ji sedî 17,69 e. (HA/AY)