Newroza îsal dê li herî kêm 53 navendan bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” bê pîrozkirin. Strana Newroza îsal û klîba wê hate danasîn.
Gotinên strana “Newroza Serfiraziyê” yên Heval Dilbihar in.
🔴 Newroz’un yeni şarkısı tanıtıldı: Newroza Serfiraziyêhttps://t.co/rZHuQe2UQu pic.twitter.com/8F13LCjUh0
— bianet (@bianet_org) March 9, 2026
Gotinên strana ji zaravayên cuda yên zimanê Kurdî hatiye nivîsandin wiha ne:
Kurmancî:
Dest û zendên xwe badane
Agirekî sor dadane
(Ala azad’yê hildane)
Govenda xwe digerînin
Roja me hemû Kurdan e
Newroz roja rizgariyê
Xeml û rewşa azadiyê
Li çar milên Kurdistanê
(Li her çar milên cîhanê)
Nîşana serfiraziyê
Newrozê tu xweş Newroz î
Tu ji bo me soz û doz î
Li ber bahoz û tofanan
(Agirê te gur û geş e)
Stargeha me ya pîroz î
Ruhê me yê neteweyî
Bi hezaran salan heyî
Heta ku yek ji me hebe
Tu her taca serê me yî
(Tu her agirê dilê me yî)
Çiya bi te serbilind in
Gund û bajar bi te rind in
Tu yî giyanê me Kurdan
Em hene û dê her hebin
Newrozê tu xweş Newroz î
Tu ji bo me soz û doz î
Li ber bahoz û tofanan
(Agirê te gur û geş e)
Stargeha me ya pîroz î
Kirmanckî (Zazakî)
Newroz ti çi weş Newroz î
Ti seba ma soz û doz î
Verba tîpî û tofonan
(Adirê to girr û xidar o)
Setara ma ya bimbarek î
Soranî
Newroz tu xoş Newroz î
Tu bo ême soz û doz î
Le ber bahoz û tofanan
(Agirit gurr û geş e)
Boman penagey pîroz î
Kelhûrî
Newrûzegem xweş Newrûz î
Ti hem peyman hemîş sûz î
Le niway her wahêllanê
(Agireged germ û gurr e)
Penagay berz û pîrûz î
Hewramî
Newroz to weş newroznî
Pey ême soz û doznî
Werû bahoz û demeyne
Killpew ayirî geşîtne
Peyma dalde û pîroznî
(AB/AY)
