Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
DAIŞê li paytexta Efxanistanê, Qabûlê êrîşî navendeka çandê kir, di êrîşê de 40 kes mirin 48 kes birîndar bûn.
Di Çiriya Pêşiyê de bi êrîşekê 69 kes miribûn, DAIŞê eşkere kiribû ku ew êrîş jî wê kiriye.
Barchi road is blocked due to an explosion in west Kabul that has killed 30 and wounded more than 40 people in a cultural center. pic.twitter.com/WX7CiqddXK
— Muhib Shadan (@muhibshadan) 28 Aralık 2017
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yê Efxanistanê, Nasret Rehîmîyî ji AFPyê re gotiye:
“Armanca êrîşê Navenda Çandê ya Tabayayê bûye. Ji bo bîranîna salvegera 38. ya dagirkirina Sowyet Rûsyayê bernameyek hatibû amadekirin. Xelk ji bo bernameyê kom bûbûn. “
Rehimîyî eşkere kir ku ji bilî teqîna mezin du teqînên biçûk jî pêk hatine.(PT/MB)