Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hêzên Leşkerên Tirk(TSK) digel Artêşa Azad a Sûriyeyê(AAS) operasyonekê li Sûriyeyê dike, di operasyonê de leşkerek miriye û neh leşker birîndar bûne.
TSKyê eşkere kir ku leşker bi êrîşa DAIŞê mirine.
Reutersê da zanîn ku êrîş bi tirimbêleka bombe-lê-bar-kirî hatiye kirin.
Li gor Ajansa Nûçeyan A Doganê, leşkerên mirî bi helîkopteran ji bo nexweşxaneya Dîlokê hatine birin.
20 leşker hatine kuştin
Tirkiyeyê di 24ê Tebaxa 2016ê de Operasyona Mertalê Firatê daye dest pê kirin. TSKyê eşkere kiriye ku bi êrîşên DAIŞê yên li El Rai, El Bab û Cerablûsê 12 leşker hatine kuştin, leşkerek jî bi qezayê miriye.
Di 24ê Çiriya Paşiyê de, êrîşeka asîmanî li nêzîkî El Babê li leşkerên Tirkiyeyê hatiye kirin û sê leşker hatine kuştin.
Hat îdiakirin ku balafirên bêbalafirajo yên Îranê ew êrîş kiriye.
Ji 24ê Çiriya Paşiyê heta niho 24 leşker di pevçûnan de mirine.
(AS/MB)
*Wêne: Ridwan Karkulutaş – Kilîs /AA