Fotograf: AA (Arşîv)
DAIŞê duh li Mexmûrê êrîşî du gundan kiriye. Di encamê de 9 Pêşmerge û 3 welatiyan can dane.
Endamên DAIŞê duh bi şev êrişî gundên Xidirce û Laweriyan ên li herêma Qereçûx a ser bi navçeya Mexmûrê ve kirine.
Li gorî nûçeya Rûdawê di dema rûbirûbûna wan çekdaran de komeke Pêşmerge ketine kemîna endamên DAIŞê û di encamê de her 7 Pêşmerge can dane.
Rojnewsê di nûçeya xwe de diyar kiriye ku DAIŞê êrîşî gundan kiriye û li Xidirceyê 3 welatî kuştine.
Li gorî nûçeya Kurdistan24ê welatiyên hatine kuştin, kurên muxtarê gund bûne.
#ISIL attacked two villages in Makhmur- #Erbil Governorate. 4 people have reportedly been killed (3 of which are brothers). injuries have been reported as well.#TwitterKurs pic.twitter.com/2UJdDtf4dy
— Goran Shakhawan (@GoranShakhawan) December 2, 2021
Fermandariya Hêza Pêşmergeyan daxuyanî daye
Di vê navberê de Fermandarê Hewlêrê ya Hêza Pêşmergeyan Necat Xule diyar kiriye ku raîdêk û neqîbek tevlî 5 Pêşmergeyan bi armanca rêgirtina li DAIŞiyan bigirin çûne û li wir ketine kemîna DAIŞiyan û hemû jî can dane.
Li gor gotina wî fermandarê Pêşmerge, bûyerê li ser çiyayê Qereçûx û li gundê Nazî Kend rû daye.
Fermandarê Eniya Mexmûr-Gwerê yê Pêşmergeyan, Sîrwan Barzaniyî jî gotiye ku piştî bûyerê operasyoneke leşkerî dane destpêkirin.
Her weha di êrîşeke din a DAIŞê de jî 2 Pêşmergeyan can dane.
Di rojên dawiyê de êrîşên DAIŞê zêde bûne
DAIŞê 27 Çiriya Paşiyê li herêma Kulceoyê ya navçeya Kifriyê ya Silêmaniyê êrîşî Pêşmergeyan kiribû. Di encamê de 5 Pêşmergeyan can dabûn. 4 jî birîndar bûbûn. Paşê jî Pêşmergeyekî birîndar miribû.
Roja 29ê Çiriya Paşiyê jhi li heman navçeyê dîsa êrîş kiribû û di encamê de Pêşmergeyekî can dabû, 3 Pêşmerge birîndar bûbûn.
DAIŞê di Hezîrana 2014an de kontrola tevahiya Mûsil, Salahaddîn û Enbarê û beşeke ji Diyala û Kerkûkê xistibû bin destê xwe. Ev herêm demeke dirêj di destê wan de mabûn û piştî operasyonên leşkerî ji destê wan hatibûn rizgarkirin.
Digel ku DAIŞê ji van deran hatiye derxistin jî, endamên wê li Kerkûk, Diyala, Mûsil, Salahaddîn û Enbarê êrîşan pêk tîne.
Çavkanî: Rojnews, Rûdaw, Kurdistan24