DAIŞê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek weşand û berpirsiyariya êrîşa roja Çarşemê li Îranê pêk hatiye, girt ser xwe.
Li gorî nûçeya rojnameya New York Timesê, DAIŞê êrîş bi gotina “cotoperasyona şehadetê” penase kir û diyar kir ku du milîtanên wan nêzîkî merasîma bibîraninê ya li ser gora Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Qasim Silêmaniyî bûne û kemberên bombebarkirî yên li ser xwe teqandine.
DAIŞê navên herdu endamên xwe jî aşkere kir ku yek ji wan Omer el-Muwahîd ê din jî Sayefulla el-Mucahîd e.
DYAyê çar sar berê li Bexdayê bi balafirên bêmirov ên biçek êrîş biribû ser Qasim Silêmaniyî û ew kuştibû.
89 kes miribûn
Rayedarên îranî di 3yê Kanûna Paşiyê de diyar kiribû ku ji ber êrîşan 103 kes mirine. Lê li gorî nûçeya ajansa nîvfermî ya nûçeyan a Îranê ya bi navê Tasnîmê, Wezîrê Kar û Barên Hundir ê Îranê Ahmed Wahidî roja Pêncşemê gotiye, 84 kes mirine.
Hejmara miriyan îro derketiye 89an.
Li gorî heman nûçeyê 284 kes birîndar bûne. Rayedarên îranî êrîş weke “êrîşeke terorê” penase kiribûn û berê bertekên xwe dabûn Îsraîlê. (AEK/FD)