Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bijîşkên Sînornenas (MSF) îro rapore xwe ya Sûriyê weşand û di vê raporê de diyar kir ku pevçûn gur dibin û bal kişand ser mirinên sivîlan ên ji ber teqemeniyan û mayinan ên li bakurê Sûriyê.
Rêxistinê rapora bi navê “Li ber teqînê ye” (Set to Explode) di encama çavdêriyên nexweş û xizmên nexweşan û ekîbên tenduristiyê yên MSFê de amade kiriye. Di raporê de tê diyarkirin ku her roja derbas dibe bêhtir mirov ji ber teqemeniyên li ser rêyan, li nav zeviyan û li malan hatine bicîkirin dimirin an jî birîndar dibin.
MSFê herwiha destnîşan kiriye ku ji bo metirsiyên mirovên ji malên xwe reviyane û niha dixwazin vegerin malên xwe bê kêmkirin, divê li vê herêmê xebatên tespîtkirin û tunekirina madeyên teqemeniyan bileztir bibe.
“Ji bo kesên ku dixwazin vegerin malên xwe gelek bixeter e”
Rêvebera Rewşa Lezgîn yê MSFê li Sûriyê Karline Kleijer diyar kir ku li herêma ku bere her diguherin, li gundên ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) vala kirine mirovên ku vedigerin malên xwe bi mayinan, bi feqebombeyan û teqemeniyên ne teqiyayî ne re rû bi rû dimînin:
“Ji bo mirovên ku vedigerin malên xwe rewşeke gelekî bixeter heye. Di bin xaliyan de, di sarincan de heta di nava hirçên pelîstokên zarokan de jî feqebombe tên amadekirin.”
Li bakurê Sûriyê niha saziyeke alîkariya mirovî yan jî saziyeke leşkerî ya ku paqijkirina mayinan dike nînin.
Kleijer diyar kir ku ji bo gundên xwe biewle bikin mirov jiyana xwe dixin bin xetereyê û wiha berdewam kir: “Me bihîstibû ku li Ayn Al Arab/Kobanê ji bo qezenckirina pareyan 5 kesên ku mal ji mayinan paqij dikirin hene, lê niha yek ji wan jî na jî.”
Li gorî raporê di havîna 2016an de tenê di nava mehekê de li Minbicê 190 nexweşên ji ber teqemeniyan birîndar bibûn serî li nexweşxaneyê dabûn. (AS/FD)