Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ebu Hamza El Kureyşiyî li ser Telegram û Hoopê peyamek weşandiye. Ji çekdaran xwestiye ew êrîşî cih û navendên Cihûyan bikin.
Piştî ku hat zanîn vê êvarê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trup dê îşev Plana Aştiyê ya Rojhilata Navîn eşkere bike, Kureysîyî daxuyanîya 37 deqîqeyî weşandiye.
Wî ji hêzên li Misir û Sûriyeyê xwestiye ew êrîşî navend û cihên Cihûyan bikin. Herweha berdevkê DAIŞê ji serokê wê rêxistinê, Ebu İbrahim El Haşimi El Kureyşiyî xwestiye ku ew fûze û kîmyasalên xwe li ser Cihûyan biceribînin.
DAIŞê sala 2016ê li Tel Avivê bi çekan êrîş kiribû. Bi êrîşê çar kes miribûn û heft kes birîndar bûbûn.
(PT/MB)