Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
DAIŞê duhî bi peyameka bideng daxuyand ku xelîfeyê wê, bi operasyoneka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye kuştin.
Rêxistinê daye zanîn ku li şûna Ebu Bekir El Bexdadî, Ebu İbrahim el-Haşimi el-Kureşi bûye xelîfe. DAIŞê daxuyanîya bideng li Ajansa Nûçeyan a Amakê weşandiye. Amek ajansa DAIŞê ye.
Herweha di daxuyanîyê de hatiye eşkerekirin ku berdevkê wê rêxistinê Ebu Hamza el-Kureşi jî di hema operasyonê de hatiye kuştin.
Dîmenên Operasyonê
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, roja Çarşemê dîmenên operasyona kuştina Bexdadîyî weşandibû.
(PT/MB)