Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dîrektorê Rapora Tirkiyeyê, Can Selçûkî encamên rapirsiya meha Adarê li ser hesabên medyaya civakî weşandiye.
Li gorî encamêl lêkolînê; dahata ji sedî 59ê gelî têra mesrefên wan nake.
Ji beşdaran pirsîne, "Kîjan gotin a derbarê meha borî li gorî te rast e?"
Ji sedî 59ê beşdaran gotiye, "dahata min têra mesrefên min nekirie", ji sedî 27an gotiye "dahata min hema hema têra meserfên min kiriye", ji sedî 7an jî gotiye "dahata min di ser mesrefên min re bû", ji sedî 6an jî gotiye, "dahata min bi zêdeyî têra mesrefên min kir."
Bi piranî hilbijêrên HDPyê gotiye, "Dahata min têra mesrefên min nekir."
Ji sedî 88 hilbijêrên HDPyê, ji sedî 40.7 hilbijêrên AKPyê, ji sedî 73.4 CHPyê, ji sedî 42.4 hilbijêrên MHPyê, ji sedî 80.8 hilbijêrên IYI Partiyê gotiye, "dahata min têra meserfên min nake." (RT/FD)