Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Parêzer Engîn Gokoglû ku girtiye ji ber ji Melîh Bûlû, rektöre Zanîngeha Bogazîçiyê yê tayînkîrî re gotiye qeyûm nameya wî hatiye sansurkirin. Ji ber sansurkirina nameya xwe îtiraz kiriye û îtiraza wî li 2em Dadweriya Înfazê ya Tekîrdagê hatiye qebûlkirin.
Nameya Gokoglûyî ji ber van gotinan hatiye sansurkirin:
"Jixwe polîs jî ji ber mûçeyên wan kêm e, îşkenceyê dikin û dadger jî îşkenceyên polîsan weke sûc nabînin. Ev ne polîtîkaya hikûmetê ye, bûyerên takekesî ye ne wisa, ma em ê ji vê bawer bikin?"
Engîn Gokoglû ji hevjîna xwe Meral Yildirim Gokoglû re nameyekî ji 6 rûpelan pêk hatiye şandibû. Gelek hevokên nameye ji aliye Lijneya Dîsîplînê ya Rêveberiya Girtigehê ve hatibû sansurkirin.
2em Dadweriya Înfazê ya Tekîrdagê di biryara xwe ya têkildarî mijarê de diyarkiriye, "Wekî ku tê zanîn di biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMMEyê de hatiye gotin ku divê biryarên sansurê bi hinceta maqûl bên vegotin û di vê biryara sansurê de ti mafdariyeke bi vî rengî nîne.”
Dadweriya Înfazê sansura nameya parêzer Gokoglû ya ku "polîsan îşkence kiriye û dadweran ev îşkence weke sûc nedîtiye" nirxandiye û biryar daye ku "Di Destûra Bingehîn de azadiya ragihandinê hatiye binpêkirin."
(AS/AY)