Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Canan Kaftancioglû, Seroka Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Stenbolê îro derket pêşberî heyeta dadgehê. Kaftancioglûyê beriya niha bi 6 salan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî hin tişt par ve kiribûn û doz lê hatibûn vekirin.
Kaftancioglû bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kiriye”, “bi awayekî aşkere dewleta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye”, “dijminahî û kîndarî di nava gel de çêkiriye”, “ji ber ku wezîfeya xwe kiriye, heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” dihate dadkirin û 17 sal cezayê girtinê ji bo wê dihate xwestin.
Dadkirina Kaftancioglûyê li 37em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê pêk hat.
Gelek rojnameger û parêzer ji bo dadkirinê bişopînin li hatibûn dadgehê lê ji ber salona dadgehê biçûk bû gelek ji wan li derve man.
Piştî ku zanyariyên derbarê nasnameya wê hatin diyarkirin Kaftancioglûyê got, îdianame di dema hilbijartinê de gihiştiye ber destê wê û di vê demê de karê wê zehf bû. Ji ber wê jî derfeta wê nebûye ku paraznameya xwe binivîse.
Akin Gurlek, Serokê Heyeta Dadgehê got ku têra xwe dem dane wê û ew bi yekdengî vê daxwazê qebûl nakin.
Gurlekî paraznameya Kaftancioglûyê pirsî wê jî got, “Hê min parêzerê xwe nedîtiye. Ez daxwaza demê dikim. Şerm e ku min di vê demê de karên xwe yên şexsî bikira.”
Piştî axavtinên parêzeran heyeta dadgehê biryar girt uk dadkirin roja 18ê Tîrmeha 2019ê berdewam bike. Di heman rojê de wê Doza Geziyê li Silivriyê berdewam bike. Parêzerên Kaftancioglûyê di heman demê de parêzerên wan mafparêzan e ku di Doza Geziyê de tên dadkirin. (HA/FD)
* Tarik Tolûnayî wêne xêz kiriye