Dadkirina akademisyenan berdewam kir
![Dadkirina akademisyenan berdewam kir](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/205/874/original/akademisyen.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Îro li 25em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG) ji Zanîngeha Anadolûyê Alk. Doç. Dr. Meral Gurbuz û Doç. Dr. Mûrat Emeksîz, ji Zanîngeha Mardîn Artûklûyê Alk. Doç. Dr. Osman Eroglû,
Li 35em DCGyê ji Zanîngeha Nîşantaşiyê Prof. Dr. Melih Kirlidog,
Li 25em DCGyê jî ji Zanîngeha Pennsyvaniyayê xwendekarê doktorayê T. E û ji Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê dersdêr Yoruk Îlhan Kûrtaran hatin dadkirin.
Daxwaza dadkirina li gorî Xala 301ê hate kirin
Li 35em DCGyê ji Zanîngeha Nîşantaşiyê Prof. Dr. Melîh Kirlidog cara çarem derket pêşberî dadgehê.
Heyeta dadgehê biryar girt ku ji Wezareta Dadê bipirsin ka ji bo dadkirina li gorî Xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) destûrê didin an na. Ji ber wê jî biryar girt ku dosyayê bişînin Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê.
Dadgehê ji ber heman sedemê biryar girt ku dadkirina Kirlidogî heta bersiv ji Wezareta Dadê were bide sekinandin.
Çi bûbû?
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandmeha ji bo terorê” têne dadkirin.
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Biryara cezayê girtinê
bianet kurdî ji destpêkê heta îro nûçeyên “akademîsyenên aştîxwaz” çêdike. Akademîsyenên ji bo wan biryara cezayê girtinê hatî dayin ev in:
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
* Prof. Dr. Mehşe Erzan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Nesrin Sungur Çakmak - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Özdemir Aktan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Öğr. Gör. Aslı Takanmeh – biryar nehatiye eşkerekirin.
* Doç. Dr. Esra Arsan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Gülhan Türkmeh - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Yrd. Doç. Dr. Lütfiye Bozdağ - 1 sal 6 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı - 2 sal 6 meh cezayê girtinê.
Ji bo van kesan bêyî ku ji wan bê pirsîn ka ew dixwazin "eşkerekirina hikmî bê paşdedan" an na, hikmê li ser wan hatiye eşkerekirin:
* Lêkolînêr Onur Baysal - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û sê meh.
* Dr. Yonca Güneş Yücel - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û 6 meh.
* Prof. Dr. Gençay Gürsoy - 37. Dadgeha Cezayên Giran - 2 sal û 3 meh.
(HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)