Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Dadgehên Stenbolê ji bo her yek ji çar akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê da, dadgehekê jî salek 10 meh û 15 roj cezayê girtinê daye akademîsyenekî.
Ozlem Beyarslan, Evren Erlevent, ZS û Îpek Yurlu, îro li dadgehên cida hatin dadkirin û ji bo wan bi sûcê "propagandaya ji bo terorê" salek û sê meh cezayê girtinê hatiye dayin. Temama biryarê dê paşê bê eşkerekirin.*
Dadgeha Cezayê Giran a 33. a Stenbolê (ACM), bi heman sûcî salek dem meh û 15 roj cezayê girtinê da Candan Bademê lê dadgehê dema eşkerekirina biryarê bi paş de da. Yek ji dadgerên di heyeta dadkirinê de diyar kir ku divê, biryara beraetê ji bo akademîsyenê bê dayin.
Dadgeha Cezayên Giran a 33. biryar da ku ew ji bo dosyeya dadkirinê ya Alî Serdar Tekînî ne erkdar e û dosye ji bo Dadgeha Nobedar a Cezayên Giran a Izmîrê rêkiriye.
Çi bûbû?
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212.
Bixwîne - Dadkirina akademîsyenan
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 26ê Sibata 2019ê 486 akademîsyen hatine dadkirin.
Dadgehan;
Ji bo her yek ji 98 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê daye.
Ji bo her yek ji 14 akademîsyenan salek 10 meh û 15 roj cezayê girtinê daye.
Ji bo her yek ji 4 akademîsyenan salek û şeş meh cezayê girtinê daye.
Ji bo akademîsyenekî 2 sal û mehek cezayê girtinê daye. Ji bo akademîsyenekî/ê jî sê sal cezayê girtinê daye.
Dadgehan li ser hev cezayê girtinê daye 135 kademîsyenan.
Heta 27ê Sibata 2019ê, 12 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo her yek ji 7 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê, ji bo akademîsyenekî/ê du sal û sê meh, ji bo akademîsyenekî du sal û şeş meh, ji bo akademîsyenekî sê sal cezayê girtinê hatiye dayin. Biryara ji bo akademîsyenekî/ê hêj nehatiye eşkerekirin.
Ji bo HAGByê fikra sê akademîsyenan nehatiye pirsîn. Yek ji wan 6 mehî, yek ji sê mehan 3 salî, û yek ji 2 sal û 3 mehan cezakirin. Bêyî ku HAGB bê pirsîn ji bo akademîsyenekê/î salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û şeş meh, ji bo akademîsyenekî jî 2 sal û 3 meh cezayê girtinê hatiye dayin.
(TP/MB)