Dema wezîfeyê ya Mûammer Topalê ku endamê Dadgeha Destûra Bingehîne wê di 30ê Kanûna Paşiyê de bi dawî bibe.
Li şûna Topal dê endamekî din ê Şûraya Dewletê wek endamê nû yê Dadgeha Destûra Bingehîn bê tayînkirin. Ji ber vê yekê di Lijneya Giştî ya Şûraya Dewletê de ji bo diyarkirina endamê nû hilbijartinek hat kirin
Li gorî nûçeya Fevzî Çakir ji HaberTurkê; Yilmaz Akçil, Bîlge Apaydin, Aydemir Tunç û Yalçin Ekmekçî ketin pêşbirkê. Di encama dengdana ku 112 endam beşdar bûn de, Yilmaz Akçil 40 deng, Bîlge Apaydin 24, Aydemir Tunç 19 û Yalçin Ekmekçî 18 deng standin.
Şûraya Dewletê: Biryara betalkirina Peymana Stenbolê li gorî hiqûqê ye
Yilmaz Akçil di hilbijartina endamtiya Dadgeha Destûra Bingehîn a li Şûraya Dewletê de ji sê kesan yek e ku herî zêde deng bi dest xistiye. Akçil Serokê 10emîn Daîreya Şûraya Dewletê ye ku biryara betalkirina Peymana Stenbolê erê kir.
Daîreya 10emîn a Şûraya Dewletê bi biryara Serokomar vekişîna ji Peymana Stenbolê pejirandibû.
Di hilbijartinê de navên sê kesên ku herî zêde deng bi dest bixin wê ji serokomariyê re were şandin. Piştre Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê ji van navan yekî ji bo endamtiya Dadgeha Destûrê erkdar bike.
Şûraya Dewletê daxwaza betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nekiriye
Çi bûbû?
Tirkiyeyê, bi Biryarnameya Serokomariyê di Şemiya 20ê Adara 2021an de ji Peymana Stenbolê xwe kişandibû. Biryara betalkirinê di roja Duşema 23ê Adara 2021an de ji Konseya Ewropayê re hatibû şandin.
Jin ji 20ê Adarê pê ve li gelek bajarên Tirkiyeyê parastina Peymana Stenbolê didomîne.
(EMK/AY)