Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
2 akademisyenên ku ji ber belavoka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” îmze kiribûn û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê” kirine doz li wan hatibû vekirin li 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatin dadgehkirin.
Ji Zanîngeha Bogazîçiyê Dr. N.Î û Alîkarê Doçent Doktor Eyup Volkan Çîdam piştî ku doz li wan hatibû vekirin cara duyem e derdikevin pêşberî dadgehê.
Her du akademisyenan xwe li dadgehê parast. Parêzer Merîç Eyûpoglûyê ji dadgehê xwest ku lêpirsînê berfireh bikin û dosyaya doza 4 akademisyenên ku li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tên dadgehkirin û raporên netewî û yên navnetewî bixwazin.
Heyeta dadgehê ti daxwaz qebûl nekir û ji bo paraznameyên xwe bidin biryar girt ku doz 18ê Çiriya Pêşiyê berdewam bike.
Dozên li ser akademisyenên aştîxwaz 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê dest pê kiribûn. Heta 12ê Hezîranê yekem danişîna 254 akademisyenan çêbûbû, heta niha ji bo 15 kesan biryar hatiye dayin. Dadgehan sal û 3 meh ceza li her ji yek 15 akademisyenan birî. Dadgehan ji bilî Prof. Dr. Zubeyde Ustel ji Zanîngeha Galatasarayê û Prof. Dr. Buşra Ersanli ji Zanîngeha Marmarayê, bicîanîna cezayê 13 kesan bi paş de xist.
Çi bûbû?
0ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 30ê Gulana 2018ê 241 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 14 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn. (TP/FD)
* Fotoğraf: Tansu Pişkin / İstanbul / bianet