Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn têne dadkirin.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû.
Dadgehên Cezayê Giran yên 26., 36. û 37. neh akademîsyenên bi navê Derya Fırat Şannan, Engin Kılıç, Güventürk Görgülü, Özge Korkmaz, Osman Cengiz Aktar, Adil Emre Zeytinoğlu Akın Tek, Z. U. , B.S, Naciye Gülengül Altıntaş dad kirine.
Dadgeha 26. dadkirina Doç. Dr. Derya Fıratê ji bo 12ê Kanûna pêşiyê bi paş de daye.
Dadkırına Ergin Kılıçî ji bo 30ê Çiriya Pêşiyê hatiye bi paş de dan. Dadkirina Akin Tekî ji bo 31ê Çiriya Pêşiyê hatiye bi paş de dan.
Ozgecan Korkmaz dê 31ê Çiriya Pêşiyê, Osman Cengîz Aktar dê 31ê Kanûna Pêşiyê, Z.U.. dê 5ê Adara 2019ê, B.S. dê 22yê Çiriya Pêşiyê bêne dadkirin.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
(HA/MB)