Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn têne dadkirin. Îro li sê dadgehên Stenbolê 16 akademîsyen hatine dadkirin. Akademisyenekê ceza xwar.
Li 23yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG), ji Zanîngeha Bilgiyê lêkolîner S. H., Prof. Dr. Ertugrul Tonak, Dr. Esra Sakinç, Doç. Dr. Ayşe Evren Hoşgor Çimen, Lêkolîner Kudret Çobanli, ji Zanîngeha Maltepeyê dersdêr Îrfan Eroglû, ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Prof. Dr. Sefa Feza Arslan, Doç. Dr. Ozgur Martîn, Dr. Gamze Toksoy, ji Zanîngeha Yorkê xwendekarê doktorayê B. K. ji Zanîngeha Washingtonê xwendekara doktorayê Deniz Gundogan İbrişim, ji Zanîngeha Fatih Sultan Mehmetê lêkolîner Zeynep Guney û ji Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Sevgi Uçan Çubukçu, cara yekem,
Li 24em DCGyê ji Zanîngeha Bogaziçiyê Alk. Doç. Dr. Emine Fişek cara çarem,
Li 28em DCGyê ji Zanîngeha Yildiz Teknikê lêkolîner Gulçin Karabag û ji Zanîngeha Sabanciyê dersdêr Feyziye Deniz Tarba Ceylan cara duyem hatin dadkirin.
Akademisyenekê ceza xwar
28em DCGyê bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” salek û sê meh da Feyziye Deniz Tarba Ceylanê.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)