DADKIRINA AKADEMISYENAN
Dadgehekê sal û 6 meh ceza li akademisyenekê birî
![Dadgehekê sal û 6 meh ceza li akademisyenekê birî](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/206/408/original/akademisyen.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Li 25em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê ji Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Hatice Simten Coşar,
Li 37em DCGyê ji Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) dersdêr Gaye Onûrer, ji Zanîngeha Hacettepeyê lêkolîner Yuksel tarim, Nergîz Kardaş, Alk. Doç. Dr. Ayşe Nevîn Yildiz Tahîncîoglû, ji Zanîngeha Başkentê Prof. Dr. Hûlûsû Hakan Mihçi, ji Zanîngeha Enqereyê Alk. Doç. Dr. Pinar Ecevîtoglû, Prof. Dr. Gulay Toksoz, ji Zanîngeha Sabanciyê Reyhan Tûtûmlû, ji Zanîngeha Arelê Doç. Dr. Feryal Delfîn Saygiligîl û ji Zanîngeha Ûfûkê lêkolîner Hazel Başkoy hatin dadkirin.
Li 25em DCGyê heyeta dadgehê biryar girt û got ku ew ne xwedî erkin û nikarin biryarê derbarê dosyaya akademisyenekê de bidin.
Li 37em DCGyê, 10 akademisyen hatin dadkirin. Heyeta dadgehê ji bo heşt akademisyenan biryar girt ku ew di dosyayê de ne xwedî erk in. Di dosyayekê de biryara taloqkirina dadkirinê da ku wê dadkirin 18ê Hezîranê berdewam bike. Li heman dadgehê, heyetê sal û 6 meh cezayê girtinê li Doç. Dr. Feryal Delfîn Saygilîgîlê birî. Herweha biryar girt ku biryarê aşkere nekin.
Çi bûbû?
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212.
"Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)"
Heta 27ê Sibata 2019ê, 12 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo her yek ji 7 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê, ji bo akademîsyenekî/ê du sal û sê meh, ji bo akademîsyenekî du sal û şeş meh, ji bo akademîsyenekî sê sal cezayê girtinê hatiye dayin. Biryara ji bo akademîsyenekî/ê hêj nehatiye eşkerekirin.
Ji bo HAGByê fikra sê akademîsyenan nehatiye pirsîn. Yek ji wan 6 mehî, yek ji sê mehan 3 salî, û yek ji 2 sal û 3 mehan cezakirin. Bêyî ku HAGB bê pirsîn ji bo akademîsyenekê/î salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û şeş meh, ji bo akademîsyenekî jî 2 sal û 3 meh cezayê girtinê hatiye dayin. (HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)