Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Li 30em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) ya Stenbolê Y. O.
Li 33em DCGyê ji Zanîngeha Abant İzzet Baykalê Doç. Dr. Selîma Guzelsari, dersdêrê teqawidbûyî Dr. Cesîm Çelîk, ji Zanîngeha ODTUyê lêkolîner Tûgba Ozcan, Bûrcû Bînbûga, Prof. Dr. Alî Gokmen, Doç. Dr. Emre Ozçelîk, pispor Seyhan Çamliguney, ji Zanîngeha Başkentê Doç. Dr. Şebnem Ogûz, ji Zanîngeha Enqereyê Alk. Doç. Dr. Devrîm Kiliçer, dersdêr Farûk Alpkaya, Doç. Dr. Pinar Ozdemîr, ji Zanîngeha Hacettepeyê Dr. Ozge Sanem Azateş û Ş. A cara yekê hatin dadkirin.
Li Dadkirina 30em a DCGyê, dadgehê biryara xwe aşkere kir û bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 3 meh cezayê girtinê li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) li akademisyen Y. O. birî. Dadgehê aşkerekirina biryarê taloq kir.
Li 33em DCGyê jî dadgehê ji bo 13 dosyayan biryar girt ku di dadkirinê de ew ne erkdar e.
Çi bûbû?10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212."Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" Heta 27ê Sibata 2019ê, 12 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo her yek ji 7 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê, ji bo akademîsyenekî/ê du sal û sê meh, ji bo akademîsyenekî du sal û şeş meh, ji bo akademîsyenekî sê sal cezayê girtinê hatiye dayin. Biryara ji bo akademîsyenekî/ê hêj nehatiye eşkerekirin. Ji bo HAGByê fikra sê akademîsyenan nehatiye pirsîn. Yek ji wan 6 mehî, yek ji sê mehan 3 salî, û yek ji 2 sal û 3 mehan cezakirin. Bêyî ku HAGB bê pirsîn ji bo akademîsyenekê/î salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û şeş meh, ji bo akademîsyenekî jî 2 sal û 3 meh cezayê girtinê hatiye dayin. |
(TP/FD)