Edîtorê malpera Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay, bi tohmeta ku “heqaret” û “buxtan” kiriye” hate dadgehkirin.
Ahmet Ozel û Mûstafa Dogan Înal, parêzerên Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî bi van tohmetan giliyê Karabayî kiribû.
Karabay li Dadgeha 2yem a Asliye Cezayî ya Stenbolê derket pêşberî heyeta dadgehê. Heyetê di danişînê de biryar da ku Karabay bi sal û 15 roj cezayê girtîgehê bê cezakirin.
Li gorî nûçeya Cansû Pîşkînê ya di Expression Interruptedê de hate weşandin, dozgerî nêrîna xwe ya di danişîna 19ê Îlona 2023yan de aşkere kiriye, dubare kir. Dozgerî xwest ku Karabay ji ber sûcê “buxtanê” beraet bike, lê ji ber sûcê “heqaretê” ceza lê bê birîn.
Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên BIAyê
Parêzerê Ahmet Ozelî diyar kir ku ew dest ji doza xwe bernadin û xwest ku bila Karabay ji ber herdu sûcan jî ceza bibe.
Karabayî li dijî nêrînên dozgerî axivî û got ku, ew paraznameya xwe ya cara berê pêşkêş kiribû, dubare dike û dixwaze biryara beraetê bidin. Parêzerê Karabayî Enes Hîkmet Ermanerî jî diyar kir ku “ger buxtan nebe, nabe ku heqaret jî hebe” û wî jî daxwaz kir ku Karabay beraet bike.
Heyeta dadgehê paşê biryara xwe aşkere kir. Li gorî vê biryarê, Karabay ji ber sûcê “heqaret”ê beraet kir. Lê ji ber sûcê “buxtanê” dadgehê ew bi sal û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir. Cezayê wî hate taloqkirin.
Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû jî danişîn şopand. (HA/FD)