Dadgehkirina Midûra Kar û Barên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê dewam kiriye.
Dadgehê bi tohmeta ku “Propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Çapanê biriye.
Ji ber ku di 12ê Tîrmeha 2015an de bi sernavê “Biryara bersivdayînê ya KCKyê” nûçeyek hatibû weşandin, doz li Hevberpirsa Giştî ya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûra Kar û Barên Nivîsan a heman rojnameyê Reyhan Çapanê vekiribûn.
Keskîn û Çapan bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” dihatin dadgehkirin. Di encamê de dadgehê ceza li Çapanê birîbû û cezayê Keskînê taloq kiribû.
Parêzerên Çapanê serî li Dadgeha Bilind dabû û Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî qebûl nekiribû. Dadgehê di biryara xwe de gotibû ku “cezakirina ji ber propagandayê ne li gorî rêzikan e û divê ji ber ku daxuyaniyên rêxistinê weşandiye” were cezakirin.
Piştî wê jî dadgehkirina Çapanê li Dadgeha 13an a Cezayê Giran a Stenbolê careke din pêk hatibû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, îro parêzerê Çapanê, Ozcan Kiliç beşdarî danişîna 2yem bûye. Dozgerî careke din daxwaz kiriye ku Çapan ceza bikin. Parêzer Kiliçî jî diyar kiriye ku ew paraznameya xwe ya nivîskî pêşkêş dikin û bila Çapan beraet bike. Heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û Çapan bi sal û 6 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye. (FD)