Fotograf: Erkan Şenses / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi tohmeta ku "progandaya rêxistinê kiriye" dadgehekê sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li nivîskar Yavûz Ekinciyî biriye.
Ekîncî ji ber ku di sala 2013 û 2014ê de ji bo Newroza Amedê û Kobaniyê hin mesaj li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandibû û tevlî hin nivîskarên din piştgiriya xwe ji bo Kobaniyê aşkere kiribû, dihate dadgehkirin.
Dadgehkirina Ekinciyî duh (31ê Adarê) li Dadgeha Cezayê Giran a 34an a Stenbolê pêk hatiye.
Li gorî Eylem Sonbahara ji MLSAyê ragihandiye, dozgerê dozê careke din xwestiye Ekincî were cezakirin. Ekinciyî tohmet qebûl nekirine û gotiye ew nivîskar e:
“Ji ber parvekirinên min ên neh sal berê ez têm tohmetkirin û dadgehkirin. Ji bo min fikr û îdeolojiya nivîskarî/ê nîne, ûcdana wî/wê heye. Li beramberî qiymeta ku ez didim jiyana mirovan ez nikarim bêdeng bimînim û nemam jî. Qebûl nabe ku di îdianameyê de parvekirinên min ên li gorî azadiya xweîfadekirinê hatine kirin weke propaganda bên nirxandin. Îro li vê dadgehê ya ku tê tohmetkirin û darizandin ne ez im, lê azadiya raman û xweîfadekirinê ye."
Parêzerê Ekinciyî, Can Ekincî jî gotiye nêrîna dozgerî ji ber yên din hatiye girtin û wateya pêşkêşkirina paraznameyê nîne. Serokê Baroya Êlihê parêzer Erkan Şensesî jî behsa azadiya xweîfadekirinê kiriye.
Piştî navberekê, heyeta dadgehê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye. Dadgehê Yavûz Ekincî bi sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê ceza kiriye û gotiye "ji ber ew bawer dikin wê careke din vî sûcî neke" bicihanina cezayî taloq kiriye. (HA/FD)