Fotograf: MA
Dadgehkirina nivîskar û weşanger Azad Zal li Amedê pêk hatiye. Zal di encama lêpirsîneke li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû desteserkirin û bi tohmeta "endamê rêxistinê ye" dihate dadgehkirin.
Dadgehkirina Zalî li Dadgeha Cezayê Giran a 8an a Amedê li dar ketiye. Zal beşdarî danişînê nebûye, li ser navê wî parêzerê wî Abdûllah Çager beşdar bûye.
Bixwîne - Dozgerî xwestiye weşanger-nivîskar Azad Zal were cezakirin
Dozgerî xwestiye ceza bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dozgerî weke danişînên beriya niha, dîsa xwestiye ku Zal ji ber sûcê "endamtiya rêxistinê" were cezakirin.
Parêzer Çager li dijî daxwaza dozgerî parastina Zalî kiriye û gotiye ku bi nasnameya nivîskarî-weşangeriyê ew beşdarî konferans, semîner û bernameyên KCDyê bûye. Çager diyar kiriye ku "Karta delegeyan a KCDyê" ya navê Azad Zalî li ser nivîsandiye, ji bo hemû beşdaran bi heman awayî kart tên amadekirin û ev nayê wê wateyê ku ew kes endamê KCDyê ye û miwekilê wî ne endamê KCDyê ye. Parêzer Çagerî her weha gotiye ku ji hêla qanînî ne sûc e hin kes bibin endamê komeleyên kurdan û wiha dewam kiriye: “Çawa parêzerek ji bo pîşeya xwe navê xwe li baroyê qeyd dike û ev nabe sûc, miwekilê min jî ji ber pîşeya xwe bibe endamê komeleyekê, ev nabe sûc.”
Abdûllah Çagerî gotiye ku Zal ji ber beşdarî du şînan bûye, hatiye tohmetkirin û nabe ku kesek ji ber beşdarbûna şînê were sûcdarkirin û daxwaza beraetê kiriye.
Heyeta dadgehê piştî navbereke kurt biryara xwe aşkere kiriye û Azad Zal bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye. Her weha wê Zal nikaribe hinek mafên xwe yên civakî bikar bîne.
Çi bûbû?
Ji ber lêpirsîneke li ser KCDyê de polîsan bi ser mala Azad Zalî de girtibû û ew di 30ê Hezîranê de desteser kiribû. Zal bi tohmeta ku "endamê rêxistinê ye" hatibû girtin û ew biribûn Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê. Zal di 18ê Tîrmeha 2020ê de tehliye bûbû.
Delegetiya wî ya KCDyê, endamitiya wî ya Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî (KURDÎ DER) ya bi KHKyê hatibû girtin û ya Komeleya Nivîskarên Kurd, qebûlkirina serxweşiyên ji bo xwişka wî ya endama rêxistinê û xebatên wî yên ji bo dîtina mêvanan a ji bo bernameyeke televizyonê, di îdianameyê de weke delîl hatibûn nîşandan. (FD)