Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir
![Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir](https://static.bianet.org/haber/2023/11/29/mizrakli-ya-9-yil-4-ay-15-gun-ceza-tutukluluguna-devam.jpg)
Duh li Amedê sêyem danişîna doza darizandina Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakliyî li Dadgeha Cezayê Giran a 9an Amedê pêk hat.
Danişîn çar saetan dewam kir û bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) Umît Akbiyikê şahid, îfade da.
Dadgeha herêmî beriya niha 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizrakliyî birîbû. Beşa 3yem a Cezayan a Dadgeha Bilind ev biryar nepejirandibû û dosye bi şûn de şandibû ji bo dadgeha herêmî.
Di danişîna duh de piştî Akbiyikî îfade da, parêzerên Mizrakliyî Mehmet Emîn Aktar, Zulal Erdogan û Muhsîn Bîlalî paraznameyên xwe pêşkêş kirin.
Piştî wan jî dozgerî nêrîna xwe ragihand. Dozgerî Mizrakli bi “endamtiya rêxistinê” tohmetbar kir û xwest ew ceza bibe.
Heyeta dadgehê jî biryara xwe aşkere kir ku Mizrakli bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” ceza kir. Li gorî biryarê, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Mizrakliyî birî û bi qasî nîvê wê zêde kir ku di encamê de 10 sal û 6 meh ceza li Mizrakliyî hate birîn. Paşê jî heyetê ji vî cezayê kêmek daxist û biryar da ku Mizrakli bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê bê cezakirin. (RT/FD)
Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin
![Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/19/sirnak-ta-konus-sen-nerelisin-diyen-secmene-sorusturma.jpg)
13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind
![13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind](https://static.bianet.org/haber/2023/12/27/mahkeme-aym-kararini-uyguladi-can-atalay-tahliye.jpg)
Aysel Tûglûk serbest bû
![Aysel Tûglûk serbest bû](https://static.bianet.org/haber/2023/11/08/aysel-tugluk-gozaltina-alindi-adres-belli-cagirsalar-zaten-gidecegiz-1.jpg)
Çalakiya parêzeran a ji bo Can Atalay: Biryara Dadgeha Destûrê bicih bînin
![Çalakiya parêzeran a ji bo Can Atalay: Biryara Dadgeha Destûrê bicih bînin](https://static.bianet.org/haber/2023/10/26/can-atalay.jpg)
Îlham Ahmed: Rêveberiya Xweser ji bo Tirkiyeyê ne xeter e
![Îlham Ahmed: Rêveberiya Xweser ji bo Tirkiyeyê ne xeter e](https://static.bianet.org/haber/2023/10/23/ilham-ahmed-5.jpg)