Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rayedarên rojnameya Yeni Yaşamê aşkere kiriye ku malpera wan hatiye astengkirin.
Rojnameyê di 26ê Kanûna Paşiyê de nûçeyek weşandiye û gotiye ku malpera wan "yeniyasamgazetesi3.com" hatiye astengkirin.
Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kiriye ku Dadweriya Aştî û Cezayî ya Zongûldakê biryara astengkirinê daye û ew nizanin ji ber çi ev biryar hatiye dayîn. Rojname li ser malpera yeniyasamgazetesi4.com-ê weşana xwe dewam dike.
Berê jî hatibû astengkirin
Di 25ê Îlona 20220an de Dadweriya 1em a Aştî û Cezayî ya Hatayê malpera rojnameyê asteng kiribû.
Dadgehê bi daxwaza Fermandariya Alaya Cendermeyan a Hatayê wergirtibû û Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandê (BTK) malpera "www.yeniyasamgazetesi1.com" asteng kiribû.
Parêzerên rojnameyê li dijî vê biryarê serî li Dadweriya 7em a Aştî û Cezayê ya Stenbolê dabû lê Dadweriyê daxwaza rojnameyê nepejirandibû.
Di 28ê Kanûna Paşiyê ya 2022yan de malpera rojnameya Xwebûnê û ya rojnameya Yeni Yaşamê hatibû astengkirin.
Dadweriya 1em ya Aştî û Cezayî ya Hatayê di 10ê Adara 2022yan de jî malpera Ajansa Nûçeyan a Pîr (PIRHA) û rojnameya Yeni Yaşamê asteng kiribû.
Rojnameyê piştî vê biryarê weşana xwe li ser malpera "yeniyasamgazetesi3.com" weşana xwe dewam dikir. Lê di 26ê Kanûna Paşiyê ya 2026an de ji ber sedemeke nediyar, ev malper jî hate astengkirin. (SD/FD)