Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Deniz Kimyon lêkolînêrek e ku li Zanîngeha Mûşê dixebitî û di dema Rewşa Awarte de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ji karê wê hatibû avêtin.
Zanîngehê nehiştiye, dadgehê sebeba wê pirsîye. Dadgeha Wanê biryar daye ku divê Zanîngeha Mûşê diyar bike ji ber çi wê rê li akademîsyenê girtiye.
Piştî dema Rewşa Awarte temam bûyî Kimyonê diyar kiriye ku di dema Rewşa Awarte de ji bo wê ew biryar hatiye dayin û ew dem temam bûye divê ew li karê xwe vegere.
Li ser bûyerê wê ji bianetê re got:
“Dadgeh ji bo gelek biryarên di dema Rewşa Awarte de hatîn dayin biryarê nadin û biryarê ji Dîwana Rewşa Awarte re dihêlin. Vê carê welê çênebû. Dadgehê li gor rewşa asayî biryar da û pêvajoya normal domand.”
Daneyên li ser akademîsyenên ji karî hatîn avêtin
Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de, 312 Akademîsyenên Aştîxwaz ji karî hatine avêtin. Akademîsyenên Aştîxwaz ew akademîsyen in ku danezana "em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribû.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 672. di 1ê Îlona 2016ê de 43 akademîsyen ji karî hatin avêtin.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 675. di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de 24 akademîsyen ji karî hatin avêtin.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 677. di 22yê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de 15 akademîsyen ji karî hatin avêtin
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 679. di 6ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de 43 akademîsyen ji karî hatin avêtin. Du Akademîsyenên Aştîxwaz di 12ê Tîrmehê de bi hêceta wan civak xapandiye ji karî hatin avêtin.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 686. di 7ê Sibata 2017ê de 184 akademîsyen ji karî hatin avêtin.
Ji 100 hezaran zêdetir kes ji karê wan hatin avêtin
Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê li ser karmendên piştî hewildana derbekirinê ji karî hatîn avêtibûn amade kir.
Rapor ji 24 rûpelan pêk tê. Tê de hevpeyvînên bi 33 karmendên ji karî hatîn avêtin hene.
Piştî Hewildana Derbekirinê, di 21ê Tîrmehê de Rewşa Awarte hat îlankirin. Di Rewşa Awarte de bi Biryarnameyên di hikmê Qanûnan de ji 100 hezaran zêdetir kes ji karê wan hatin avêtin.
BIXWÎNE: 4 hezar û 464 karmend ji karê dewletê hatin avêtin
*Ji 33 hezaran zêdetir dersdêr û karmendên Wezareta Perwerdeyê ji karê wan hatine avêtin.
*Ji 24 hezaran zêdetir polîs û karmendên Wezareta Navxweyî ji karî hatine avêtin.
*Ji 8 hezaran zêdetir leşker ji karî hatin avêtin.
*Ji 5 hezaran zêdetir akademîsyen ji karî hatine avêtin.
*Ji 4 hezaran zêdetir dozger, dadger û karmendên Wezareta Karên Navxweyî ji karî hatin avêtin.
*Ji 3 hezaran zêdetir karmendên Serokwezîrîyê ji karî hatin avêtin.
(BK/MB)