Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nêzî du salan e endamên Grûp Yorûmê di girtîgehê da ne.
Piştî dadgehkirina li 35. Dadgeha Cezayên Giran a Dadxaneya Stenbolê endamên Grûp Yorûmê ku bi “endambûna rêxistina terorê” dihatin tewanbarkirin biryara berdana endaman hatiye dayîn.
Di greva birçîbûnê da ne
Helîn Bolek û Bahar Kûrt ku endamên Grûp Yorûmê ne tevlî pênc kesên ku di girtîgehê de dest bi greva birçibûnê kirine hatine berdan.
Piştî dadgehkirinê kesên din ku hatine berdan jî Fikret Akar, Yeliz Kılıç û Dilan Uludag in.
Bersûc bi tewanbarîya “endamên rêxistinê” ne dihatin dadgehkirin.
Daxwazên endamên Grûp Yorûmê ên di greva birçîbûnê da wiha ne:
* Bila bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê da ku Grûp Yorûm xebatên xwe li wir dimeşîne neyê girtin.
* Divê endamêm wê ji lîsteya terorê werin derxistin.
* Divê qedexeyên li ser konseran werin rakirin.
* Divê dozên derbarê Grûp Yorûmê da werin pelişandin.
* Divê endamên GRûp Yorûmê werin berdan.
(EMK/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye.