Fotograf: Ozan Kaplanoglû / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku li Bûrsayê nûçeya civîna çapemeniyê ya rêxistinên li dijî şer nivîsandiye, dadgehê sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Ozan Kaplanoglû, Midûrê Karûbarên Nivîsan ê malpera BursaMuhalif.comê biriye.
Di sala 2018an de dema Tirkiyeyê “Operasyona Efrînê” dabû destpêkirin, saziyên li dijî şer civîneke çapemeniyê li dar xistibûn û Kaplanogû nûçeya vê civînê weşandibû.
Kaplanoglû bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê” kiriye li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê duh hatiye dadgehkirin. Dadgehê cezayê girtîgehê li Kaplanoglûyî biriye.
Hasan Ozaydin, Serokê Partiya Kedê (EMEP) yê Bûrsayê di civîna çapemeniyê de metna bi navê “Em ne alîgirê şerî lê yê aştiyê ne” xwendibû. Dadgehê biryar daye ku Ozaydin beraet bike.
Ozgur Ozcan, parêzerê rojnamegerî piştî danişînê daxuyaniyek daye û gotiye ku “Cezayê dane bi temamî siyasî ye. Parastina rojnamegeriyê ne sûc e, ji xwe parastina aştiyê hîç ne sûc e. Rêya îstînafê ji bo dozê vekiriye, em ê pêvajoyê bişopînin.”
Kaplanoglûyî jî wiha gotiye: “Aştîxwazî û parastina mafê wergirtina nûçeyan a gelî ne sûc e. Em weke rojnamegerên xwedî rûmet em ê bi berdewamî rastiyan ji bo gelî re bibêjin û bibin dengê bindestan.”
Çi bûbû?
Di 30ê Kanûna Paşiyê ya 2018an de li Bûrsayê saziyên pîşeyî û partiyên siyasî civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistibûn û bertek nîşanî operasyona leşkerî dabûn ku Tirkiyeyê li Efrînê pêk anîbû.
Bi îdiaya ku propagandaya PKKyê kirine, polîsan di 2yê Sibatê de Kaplanoglû û di 3yê Sibatê de jî Ozaydin desteser kiribû.
Her du kes di 5ê Sibatê de birin dadgehê û heyeta dadgehê biryara girtinê ji bo Ozaydinî dabû. Kaplanoglû serbest bûbû.
Ozaydin di danişîna yekem de ango di 10ê Nîsanê de piştî xwe parastibû serbest bûbû û dadgehkirina wî bi wî rengî dewam kiribû. (HA/FD)