Fotograf: AA
Dadgeha Lêkolînan a Resafe li Bexda, paytexta Iraqê, îro fermana desteserkirina Donald Trump, Serokê DYAyê daye.
Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandiye, dadweriya taybetmend li Dadgeha Lêkolînan a Resafeyê lêkolîna li ser kuştina Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şehbiyê kiriye û piştî îfadeya gilîkaran wergirtiye, îro danê sibehê rêkarên destpêkê bi dawî aniye. Her weha dadgehê fermana desteserkirina Donald Trumpî daye.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê amaje bi wê yekê jî kiriye ku “biryar li gor madeya 406ê ji yasaya sizadana Iraqê hatiye dan û tekez kiriye, rêkarên lêkolînê dê berdewam bin ji bo ku beşdarên din ên di wê tawanê de bên naskirin, çi Iraqî bin an jî biyanî.”
Roja 3ê Çileya 2020an di êrişeke firokeyên bê firokevanên DYAyê de, Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis li nêzîk Firokexaneya Navdewletiya Bexdayê kirin armanc û herdu berpirs tevî hejmarek kesên din kuştin.
Tariq Herb, pisporê yasa û destûra Iraqê derbarê derxistina vê biryarê de ji Rûdawê re axiviye û ragihandiye, "derxistina fermana desteserkirina Donald Trump ji aliyê Dadgeha Lêkolînan a Resafeyê ve, rêkarekî pêwîst ê dadgehê ye ji bo proseya lêkolîn û dadgehîkirinê û pêwîst e weke her kesekî din li hember Trump jî bê wergirtin, lê cîbicîkirin an jî cîbicînekirina fermanê mijarekî din e."
Tariq Herbî diyar kiriye ku li gor rîkeftina Vîenayê ya sala 1961ê ya taybet bi rêkxistina peywendiyên dîplomatîk, parêzbendiya serok, wezîr û parlamenteran heye.
Demeke berê encûmanê aşkere kiribû
Roja 28ê Kanûna 2020 Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê ragihandibû, lêkolînên derbarê kuştina Ebû Mehdî Muhendisî de gihîştine qonaxeke pêşketî û di demeke nêzîk de ewdê biryarê li ser dosyayê bidin.
Hikûmeta Îranê zûtir ji dadgeha Iraqê ew pêngav avêtiye û pêr 5ê Çileya 2021, Berdevkê Desthilata Dadê ya Îranê, Xulamhisên Ismaîlî di konferanseke rojnamevanî de ragihandiye, Îranê bi fermî ji polîsê navdewletî Interpolê xwestiye ku Trump û ew ên destê wan di kuştina Qasim Sulêymaniyî de hebûne, desteser bike.
Li aliyekê din, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, Ismaîl Qaanî heftaya bihorî di tweetekê de gef li Amerîkayê xwaribû, ku di tolhildana kuştina Qasim Sulêymanî de ew dê sê berpirsên Amerîkayê bikujin. Qaanî diyar kiribû ku yek ji wan jî Trump, Serokê niha yê wî welatî ye.
Roja 1ê Çileya 2021, Muhened Iqabî Rêveberê Ragihandina Desteya Heşda Şeibî gotibû, lîsteyek heye ku navê zêdetir ji 40 kesan têde ye. Li gorî vê daxuyaniyê ew kes di bûyera kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendisî de tomatbar in. Wî berpirsê Heşda Şehbiyî navê wan kesên tometbar aşkere nekiribû, lê diyar kiribû ku di nava wan kesab de kesayetên Iraqî û Amerîkî hene. (FD)