Dadgeha Silh û Cezayan a 4em a Amedê jinnews26.xyz û jinnews27.xyz, her du malperên JinNewsê asteng kiriye.
Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanîstî (BTK) bi biryara Dadgeha navborî her du malperên ajansê asteng kiriye.
Dadgehan heta niha bi dehan caran malperên JinNewsê asteng kirine ku herî dawî di 5ê Gulanê de biryara astengkirinê dabûn.
Ajans niha li ser malpera înternetê ya jinnews28.xyz weşana xwe didomîne.
Derbarê JinNewsê de
Ajansê di 25ê Îlona 2017ê de bi tirkî, kurmancî, zazakî, erebî û ingilîzî dest bi weşanê kir. Bi tenê rojnamager û edîtorên jin kar dikin û nûçeyên nûçegihaniya jinparêz diweşînin.
JINHA, yekem ajansa nûçeyên jinan a Tirkiyeyê jî di nav de 15 saziyên medyayê di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de, bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan de hatibû girtin. Rojname Şûjinê di Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de dest bi weşanê kiribû.
Ew jî di 25ê Tebaxê de bi KHKya hejmar 693yê girtibûn. (FD)