KUŞTINA HRANT DINKÎ
Dadgehekê du bersûc tehlîye kirine
![Dadgehekê du bersûc tehlîye kirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/206/435/original/aa.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Karmendên deletê yên ku tê fikirîn dema kuştina Hrant Dinkî wan xemsarî kiriye îro hatin dadkirin. Dadgeha Cezayên Giran a 14. a Stenbolê Stenbolê du bersûcên bi navê Muharrem Demirkale û Ercan Gün tehliye kirin.
Berpirsê weşana rojnameya AGOSê Hirant Dink ji beriya 12 salan hatibû kuştin. Ji bo doza kuştina Hirant Dînkî 85 bersûc 25 hefte ne ku têne dadkirin. Heta niho 90 rûniştinên dadkirinê hatine pêkanîn.
Muharrem Demirkaleyê ku tehliye bûye di dema kuştina Hirant Dînkî de yek ji fermandarên Berpirsiyarîya Stenbolê ya MITê(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) bûye, Ercan Gün jî midirê nûçeyan ê FOX TVyê bûye.
Rûniştinên dî yên dadkirinê dê 11-12-13ê Hezîranê bêne pêkanîn.
Bixwîne - Filiz Ali: "Hrantê delal, em her sal bi komên ciwantir dest jê bernadin"
Çi bûbû?
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina "Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig", "12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne" banga beşdariya bernameyê kirine.(HA/MB)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)