Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn û bi sûcê “propagandaya rêxistinê”têne dadkirin danişîna wan berdewam dike.
Îro li 37em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG) ji Zanîngeha İstanbûl Teknîkê Doç. Dr. Îpek Yureklî cara çarem,
Li 23yem DCGyê jî ji Zanîngeha Bogaziçiyê lêkolîner Seval Gulen, Prof. Dr. Ayşe Nuket Eralp, Alk. Doç. Dr Zeynep Kadirbeyoglû û Prof. Dr. Oya Koymen cara çarem derketin pêşberî dadgehê.
Li 37em DCGyê parêzera Yurekliyê bi hin hincetan beşdarî danişîne nebû. Dadgehê biryar da ku dadkirin 26ê Sibatê saet di 14.40 deqîqeyan de berdewam bike.
Li 23yem DCGyê rapora Seval Gulenê hebû û ji ber wê beşdarî danişînê nebû. Oya Koymen jî ji ber ku heyetê ew ji beşdariyê rizgar kiribû, îro beşdarî danişînê nebû.
Înayet Aksû Gulen, parêzera wan daxwaz kir ku ji bo miwekilên wê karibin beşdar bibin, demê bidin wê.
Heyetê ev daxwaz qebûl kir û biryar da ku dadkirin 16ê Gulanê berdewam bike.
Di danişîna beriya niha de dozgerî daxwaz kiribû ku ji bo nêrîna xwe ya derbarê esasê dosyayê de amade bike, dosyayê bişînin ji aliyan re. Ji ber ku dozgerê dozê hatiye guhertin, dozgerî ji bo karibe nêrîna xwe ya derbarê esasê dosyayê de amade bike daxwaza demê kir.
Heyeta 23yem DCGyê beriya niha daxwaza civandina dosyayên heman dozan qebûl nekiribû.
Lê îro ev biryara xwe bi paş de kişand û biryar da ku dozên akademisyenan di yek dosyeyan de bên civandin.
Dadkirina van dosyayan wê 16ê Gulanê berdewam bike.
Çi bûbû?
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandmeha ji bo terorê” têne dadkirin.
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Biryara cezayê girtinê
bianet kurdî ji destpêkê heta îro nûçeyên “akademîsyenên aştîxwaz” çêdike. Akademîsyenên ji bo wan biryara cezayê girtinê hatî dayin ev in:
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
* Prof. Dr. Mehşe Erzan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Nesrin Sungur Çakmak - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Özdemir Aktan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Öğr. Gör. Aslı Takanmeh – biryar nehatiye eşkerekirin.
* Doç. Dr. Esra Arsan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Gülhan Türkmeh - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Yrd. Doç. Dr. Lütfiye Bozdağ - 1 sal 6 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı - 2 sal 6 meh cezayê girtinê.
Ji bo van kesan bêyî ku ji wan bê pirsîn ka ew dixwazin "eşkerekirina hikmî bê paşdedan" an na, hikmê li ser wan hatiye eşkerekirin:
* Lêkolînêr Onur Baysal - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û sê meh.
* Dr. Yonca Güneş Yücel - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û 6 meh.
* Prof. Dr. Gençay Gürsoy - 37. Dadgeha Cezayên Giran - 2 sal û 3 meh. (TP/FD)