Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a 33. a Stenbolê îro 11 akademîsyen dad kirin. Dadgehê dosyeya dadkirina 7 akamîsyenan gihand hevdu.
Di sê rûniştinên dadkirinê de: Di rûniştina yekem de du akademîsyen, di rûniştina duyem de heşt akademîsyen û di rûniştina sêyem de akademîsyenek hatiye dadkirin.
Doç. Dr. İrem Kurtsal Steen ji ber ku li derveyî welatî dijî beşdarî dadkirinê nebû, dê 20ê Îlonê siet 14.00ê bê dadkirin.
Prof. Dr. Meltem Ahıska beşdarî dadkirinê bû, beraet xwest doza wê ji bo 20ê Îlonê hat paşdedan.
Di rûniştina duyem de Doç. Dr. Öznur Yaşar Diner; Prof. Dr. Zeynep Tül Süalp; Yrd. Doç. Dr. Bedriye Aysuda Kölemen Luge, Esra Kaliber û İlkay Özkuralpli hatin dadkirin. Doza wan ji bo 17ê Çiriya pêşiyê hat paşdedan.
Doç. Dr. Tuba İnal Çekiç ji ber ku li derveyî Tirkiyeyê ye û peseporta wî hatiye betalkirin nekariye bê dadgehê.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 30ê Gulana 2018ê 241 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 14 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
(BK/MB)