Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Duh (28ê Gulana 2019ê) li 24em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê ji Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê Dr. Ohannes Kiliçdagi û ji Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) lêkolînek Yasemîn Akiş,
Li 13em DCGyê ji Zanîngeha Kocaeliyê Alîk. Doç. Dr. Hulya Kendîr,
Li 36em DCGyê ji Zanîngeha Gaziyê lêkolîner Eren Kirmizialtin hatin dadkirin.
Dosyaya Akişê şandin dadgeheke Enqereyê
Li 24em DCGyê heyeta dadgehê got ku dadkirina Yasemin Akişê ne di nava erkên dadgeha wan de ye û dosyaya wê şandin Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar a Enqereyê.
Di danişîna Ohannes Kiliçdagiyî de jî heyetê biryar girt ku destûra dadkirinê ya li gorî Xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) ji Wezareta Dadê bixwazin.
Dîsa li gorî biryara heyetê heta bersiva vê pirsê were, wê dadkirina Kiliçdagiyî berdewam neke.
Xala 301ê ya TCKyê Kesê/a ku bi awayekî vekirî sivkatiyê li hemberî tirkîtiyê, komarê û Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê bike, ji şeş mehan heta sê salan bi cezayê girtinê tê cezakirin. Kesê/a ku bi awayekî vekirî sivkatiyê li hemberî hikûmeta Komara Tirkiyeyê, dezgehên dadê, rêxistina leşkerî yan jî emniyetê bike, ji şeş mehan heta du salan bi cezayê girtinê tê cezakirin. Heke ku welatiyekî tirk li welatekî ji derve sivkatiyê li hemberî tirkîtiyê bike, cezayê ku wê lê birîn yek ji sisiyan tê zêdekirin. Fikr û ramanên bi armanca rexnekirinê, nabin ku weke sûcan bên nirxandin. |
Daxwaza beraetê nehate qebûlkirin
Li 13em DCGyê Alk. Doç. Dr. Hulya Kendir û parêzera wê Elvan Olkunê daxwaza beraetê kirin. Her weha xwestin ku ji bo amadekirina paraznameyên xwe heyet demekê bide wan.
Heyetê daxwaza beraetê red kir lê daxwaza demê ya ji bo amadekirina paraznameyê qebûl kir.
Dadkirina Kendîrê wê 17ê Tîrmeha 2019ê saet di 11.15 deqîqeyan de berdewam bike.
Li 36em DCGyê jî lêkolîner Eren Kirmizialtin û parêzê wî daxwaza beraetê kirin. Her weha daxwaz kirin ku dosyaya Kirmizaltinî û dosyaya bingehîn a dadkirina akademisyenan bikin yek, heke ev neyê qebûlkirin dosyayê bi dosyayên din ên li heman dadgehê tên dadkirin bikin yek.
Parêzerê Kirmizialtinî dîsa xwest ku ji bo destûra dadkirina miwekilê xwe ya li gorî Xala 301ê ya TCKyê ji Wezareta Dadê bê pirsîn û dadkirin heta hatine bersivê were sekinandin.
Heyetê ev daxwaz qebûl nekirin.
Ji bo amadekirina paraznameyê heyetê biryar da ku dadkirin 11ê Tîrmeha 2019ê saet di 16.30 deqîqeyan de berdewam bike.
Akademîsyenên Aştîxwaz
Piştî pêjoya çareseriyê bi dawî bû li Başûrê Rojhilatî xendek hatin kolandin û li warên jiyanê operasyon hatin kirin. Piştî vê yeke akademîsyenan nivîsek îmze kir. Bi îmzekirina wê nivîsê ew ji karen xwe hatin avêtin paşê yek bi yek li ser akademîsyenan doz hatin vekirin.
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê "propagandmeha rêxistinê" doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê "propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê "Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301." bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
(HK/FD)