Ji ber axaftinên wê yên di navbera salên 2011 û 2016an de kiribûn, doz li Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emîne Aynayê hatibû vekirin. Di doza dadgehkirina Aynayê de dadgehê biryara xwe aşkere kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan, danişîna dozê li Dadgeha 4an a Cezayê Giran a Amedê pêk hat û Ayna beşdar nebû. Lê parêzera wê Semra Balyan li ser navê wê beşdar bû.
Dozgerî di danişîna beriya niha de gotibû ku “li ser hev propagandaya rêxistinê kiriye” û “li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandariyê derketiye” û ji ber wê jî xwestibû Ayna bê cezakirin. Dozgerî heman daxwaz di vê danişînê de dubare kir.
Parêzer Balyanê diyar kir ku wan paraznameya xwe ya nivîskî pêşkêş kiriye û Aynayê dema Hevserokatiya DBPyê û parlamenterî dikir ev axavtin kirine û ew jî xebatên siyasî bûne.
Balyanê destnîşan kir ku di axavtinan de “handana ji bo tundkariyê nebû” û derbarê rê û rêbazên çareseriya pirsa kurdan de bû. Parêzer Balyanê ji heyeta dadgehê daxwaz kir ku Ayna beraet bike.
Heyeta dadgehê biryar da û diyar kir ku Aynayê di 7 axavtinên xwe de “propagandaya rêxistinê kiriye” û ew bi 2 sal cezayê girtîgehê ceza kir.
Bi îdiaya ku “propaganda li ser hev kiriye” sûcê wê derxistiye 3 salan. Lê 6 meh ji cezayê wê kêm kiriye û di encamê de 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê biriye.
Heyetê biryar da ku Ayna ji ber îdiaya ku dibêje “ew li dijî qanûna civînan û meşên xwenîşanderiyê derketiy” beraet bike. Ji bo axavtin û çalakiyên wê yên din jî biryar da ku “peyketina wan bê taloqkirin.” (RT/FD)