Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a 23. a Stenbolê duhî biryara tehliyekirina Eren Erdemî dabû. Dadgeha Cezayên Giran a 24. a Stenbolê îro biryara girtina wî daye. Erdem ji Partiya Komarî ya Gelî(CHP) bûbû wekîlê Stenbolê. Ew li CHPyê endamê Meclîsa Partiyê ye.
Dozgerî xwestibû bi sûcê “alîkariya rêxistineka ku ne endamê wê ye” xwestibû ji di navbera 8,5 û 19 salan de cezayê girtinê li wî bê birrîn.
Piştî Dadgeha 23. biryara tehliyekirina Erdemî dayî dozgerî îtiraz kiriye li ser vê yekê dadgeha bilindtir(Dadgeha 24.) biryara girtina wî daye.
Çi bûbû?
Parlamenterê CHPyê Eren Erdem hatibû desteserkirin. Dadgehekê biryar dabû ku derketina derveyî Tirkiyeyê ji bo wî qedexe ye.
Bixwîne - Parlamenterê CHPyê Eren Erdem hatiye girtin
Parlamenterê CHPyê Eren Erdem li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiribû ku ew hatiye desteserkirin. “Ez niha têm desteserkirin. Sedema wê nizanim. Li ber mala xwe ji hêla polîsan ve têm desteserkirin. Bila haya raya giştî jê hebe”.
35em Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ew îdianame ya derbarê Eren Erdemî de qebûl kiribû ku tê de tê îdiakirin alîkarî bi cemaeta Fethullah Gulenê kiriye û 22 sal cezayê girtîgehê jê re hatibû xwestin.
(AS/MB)