Îrfan Fîdan (yê li rastê) tevî Zuhtu Arslanê bû endamê Dadgha Destûra Bingehîn
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha 22yan a Cezayê Giran a Enqereyê, ji bo Serokê DISK Basin-Îşê Farûk Erenî û edîtorê malpera Gerçek Gundemê Fûrkan Karabayî biryar da ku derketina wan a derveyi Tirkiyeyê qedexe be.
Derbarê Eren û Karabayî de bi tohmeta ku “kesên di têkoşîna dijterorê de wezîfedar in, kirine hedef” îdianame amade bûbû.
Serdozgerê Komarî yê Stenbolê yê berê û endamê Dadgeha Destûra Bingehîn Îrfan FÎdanî, ji ber nûçeyeke di malpera Gerçek Gundemê de hatibû weşandin, giliyê rojnamegeran kir. Dadgehê jî ji ber xwe biryara qedexeyê da.
Çi bûbû?
Endamê Dadgeha Destûra Bingehîn Îrfan Fîdanî ji ber nûçeyeke derbarê wî di malpera Gerçek Gundemê de hatibû weşandin, giliyê rojnameger Fûrkan Karabay û Farûk Erenî kir.
Serdozeriya Komarî ya Enqereyê bi tohmeta ku “kesên di têkoşîna dijterorê de wezîfedar in, kirine hedef” îdianame nivîsand. Serdozgeriyê ji ber vê rewşê, xwest ku Karabay û Eren ji salekê heta sê salan bi cezayê girtîgehê bên cezakirin.
Di îdianameyê de hatiye nivîsîn ku, Karabay ji ber nûçe derbarê Fîdanî de çêkiriye û li ser medyaya civakî weşandiye, divê bê cezakirin. Dadgeha 22yan a Cezayê Giran a Enqereyê îdianame pejirand. Dadgehkirin wê di 7ê Çiriya Paşiyê de dest pê bike.
Di nûçeya navborî de Karabayî, behsa kariyera Fîdanî kiribû ku bûbû namzetê Serokatiya Dadgeha Destûra Bingehîn. (HA/FD)