Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina Leyla Guven, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewam kiriye.
Îdianameyên derbarê Guvenê de hatine komkirin û Guven bi 18 sûcên cida tê tohmetkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Guven beşdarî danişînê nebûye, li ser navê wê parêzer Serdar Çelekî û Cemîle Tûrhalli Balsak çûne dadgehê.
Dadgehê biryara girtinê daye
Dozgerê Komarî bi tohmeta ku “rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye”, “endama rêxistinê ye”, “li dijî qanûnan gel daye meşandin û civîn bi wan daye kirin”, “li dijî qanûnan derketiye û bê çek beşdarî çalakiyan bûye, digel hatiye hişyarkirin jî belav nebûye” xwestiye cezayê girtîgehê li Guvenê were birîn.
Piştî parêzeran paraznameyên xwe pêşkêş kirine, heyeta dadgehê 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Guvenê biriye û biryara girtina wê daye.
Rojnameger Sabîha Temîzkan, keça Leyla Guvenê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye û gotiye: “Ji ber xebatên wê yên KCDyê 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li dêya min Leyla Guvenê birine. Ji ber xebatên KCDyê ku wextekî dewletê rasterast ew mixatab digirt û pê re rûdinişt! Ev ne hiqûqa dijminatiyê be maç i ye?” (EKM/FD)