Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina rojnameger Ayşegul Dogan, koordîtanora programan a IMC TVyê duh (7ê Kanûna Pêşiyê) li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye. Dogan bi tohbeta ku “rêxistina çekdarî ava kiriye û birêve biriye” dihate dadgehkirin. IMC TV di encama Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de” hatibû girtin.
Dadgehê ji ber xebatên wê yên rojnamegeriyê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Doganê biriye ku hevdîtinên wê yên bi endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), hevpeyvînên ku kirine û beşdariya wê li bernameyên wan weke hincet nîşan daye.
Ayşegul Dogan beşdarî dadgehkirinê nebûye. Parézerén wé Mehmet Emin Aktar û Emel Ataturk li ser navê wê parastin kirine.
Dozgerî nêrîna xwe ya esasî pêşkêş kiriye û îdia kiriye ku Ayşegul Dogan di Komisyona Meclîsa Daîmî, Çand û Perwerdeyê ya KCDyê de cih girtî ye û bi idaya “endama réxıstıné ye” daxwaz kir ku Ayşegul bê cezakirin.
Parêzerên ku li dijî mutalayê parastin kirine gotine ku miwekîla wan weke rojnameger tevli xebatên KCDyê bûye, ne endama rêxistinê ye û daxwaza tehliyeya wê kirin.
Piştî navberekê heyeta dadgehê bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Doganê biriye.
Dadgehê her weha biryar daye ku heta ceza were pesendkirin, bila tedbîrên kontrola edlî jî berdewam bikin. (HA/FD)