Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehekê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” 4 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Îdrîs Sayilganî birîye. Sayilgan ji ber axavtinên wî yên bi rêya telefonê yên bi çavkaniyên wî yên nûçeyan re hatibû girtin û piştî hezar û 337 rojan tehliye bûbû. Doza navborî dema ew girtî bû, lê vekiribûn.
Dadgehkirina Sayilganî li 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê pêk hatiye ku di encamê de 4 sal cezayê girtîgehê lê birîne.
Sayilgan beşdarî danişînê nebûye, ji Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê perêzer Erselan Aktan, ji Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê û bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûye.
Aktanî gotiye ku “Derbarê Îdrîs Sailganê de gelek lêpirsîn hatine kirin û îdianame hatine amadekiri. Heman tohmetên ku di vê îdianameyê de hene, di dosyaya hejmar 2017/242 ya Mûşê de jî hene. Lewma dubare dadgehkirin çêdibe.”
Parêzerî xwestiye biryarê aşkere nekin lê heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl nekiriye.
Piştî ku Aktanî paraznameya xwe pêşkêş kiriye dadgehê biryara xwe aşkere kiriye. Heyetê bi tohmeta ku “li ser hev propagandaya rêxistinê kiriye” û 4 sal cezayê girtîgehê li Sayilganî biriye. (HA/FD)