Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Rûhayê ya Cezayên Giran a 5. ji ber wekîla Rûhayê ya ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Dilek Ocalan li Wêranşarê çûye tezîyekê, bi sûcê “propagandayê” 2 sal û 6 meh cezayê girtinê da wê.
Bixwîne - Polîsan parlamentera HDPyê, Dîlek Ocalan desteser kir
Di 23yê Sibata 2016ê de, hêzên çekdar ên fermî yên Tirkiyeyê kesekê bi navê Mehmet Yilmaz kuştiye. Dilek Ocalan çûye tezîya Yilmazî. Ji ber axiftina Ocalanê ya li merasîma tezîyê, dadgehê biryar da wê “welê axiviye ku şiddet û zordariya rêxistina terorî meşrû dibîne û bi vê yekê ji bo wê propaganda kiriye.”
Bixwîne - Ji bo parlamenterên HDPê Îbrahim Ayhan û Dilek Ocalan biryara girtine
Dozgerî bi daxwaza ji bo Ocalanê 5 sal cezayê girtinê bê dayin doz vekiribû.
Kronolojîya girtin û desteserkirina parlamenterên HDPyê
Piştî ku parêzbendiya parlamenterên HDPyê hat betalkirin gelek parlamenterên HDPyê hatin desteserkirin û bi şertê kontrola edlî hatin serbestberdan. 13 parlamenter hatine girtin. Herî dawiyê parlamenteriya Yûksekdagê hat betalkirin.
Di 4ê Çiriya Paşiyê de, hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, berdevkê HDPyê Îdrîs Balûken û parlamenterên HDPyê Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gûlser Yildirim, Ferhat Encû û Abdullah Zeydan hatin girtin.
Di heman operasyonê de polîsan Ziya Pir, Sırrı Süreyya Önder, İmam Taşçıer, Hüda Kaya, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Lezgin Botan, Nadir Yıldırım desteser kiribû û bi şertê kontrola edlî serbest berdabû.
**
Di 7ê Çiriya Paşiyê de parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Aydogan hat girtin.
**
Di 13ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de Dadgeha Cezayê Giran a 2. biryar da ji ber lêpirsîna KCKyê parlamenterên HDPyê Osman Baydemir, Dirayet Taşdemir, Çağlar Demirel, Selma Irmak, Ahmet Yıldırım, Besime Konca, Alican Önlü û Nadir Yıldırım bi zorê bê anîn.
Cihgira hevserokên HDPyê Çaglar Demîrel û parlamentera HDPyê Besîme Konca hatin girtin.
**
Di 4ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, Leyla Bîrlîk hat serbestberdan.
**
Di 28ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, parlamentera HDPyê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş hat girtin û di heman rojê de hat serbestberdan.
**
Di 30ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de berdevkê HDPyê Îdrîs Balûken hat serbestberdan.
**
Di 31ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, berdevkê HDPyê Ayhan Bîlgen hat girtin.
**
Di 15ê Sibata 2017ê de Ferhat encû hat serbestberdan.
**
Di 17ê sibata 2017ê de Ferhat Encû dîsa hat girtin.
**
Di 21ê Sibata 2017ê de parlamenteriya hevseroka HDPyê, Fîgen Yûksekdagê hat betalkirin. Bi vê yekê hejmara parlamenterên HDPyê ji 59ê bû 58.
**
Dadgeha Cezayî ya Bazidê 5 meh cezayê girtinê da Selahattîn Demîrtaşî.
**
Di 6ê Adara 2017ê de polîsan parlamenterê HDPyê, Alîcan Onlû li Dadgeha Dêrsimê desteser kir.(ÇT/MB)