Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê ji ber ku derbarê kuştina Rohat Aktaş, Midûrê berê yê Karên Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welatê de civîneke çapemeniyê li dar xistiye û bi kurdî axiviye, cezayê girtîgehê li rojnameger Hakki Boltanî biriye.
Aktaş sala 2016an di dema qedexeya derketina derve de ji bo nûçeyan çûbû Cizîra Şirnexê. Li wir birîndar bûbû û xwe spartibû wêrzemînekê lê li vir hatibû kuştin.
Boltanî Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Ahmet Davûtoglû, Serokwezîrê wê demê berpirsiyar ji tiştên li Cizîr û bajarên din qewimîne nîşan dabû. 12emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji ber vê daxuyaniya wî 2 sal û 17 roj cezayê girtîgehê li Boltanî biriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, dozgerê danişînê nêrîna xwe dubare kiriye ku di danişîna 11ê Adarê de anîbû ziman û xwestiye ceza li Boltanî bibirin. Dozgerî îdia kiriye ku Boltanî bi gotinên “Li Cizîrê hovîtiyeke mezin bû, li ber çavê hemû cîhanê mirovahî hate qetilkirin. Hêzên dewletê, bi fermana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglûyî di bin navê paqijiyê de qetlîameke qirêj pêk tînin. Ji bo qetlîama qirêj veşêrin jî fermanê didin çapemeniyê” heqaret li Erdogan û Davûtoglûyî kiriye.
Dozgerî diyar kiriye ku Davûtoglû di wê dîrokê de Serokwezîr bû û xwestiye Boltan ji ber heqareta li Serokomar û Davûtoglûyî cida cida were cezakirin.
“Berpirsiyariya dewletê bibîr xistiye”
Resûl Tamûr, parêzerê Boltanî daye zanîn ku di wê dîrokê de Boltan Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad bû û di wê serdemê de li ser rojnaemgeran zextên giran hebûn û Boltanî ji heqaretê wêdetir wezîfeya berpirsiyarên dewletê bi bîra wan xistiye. Tamûrî xwestiye Boltan beraet bike.
Heyeta dadgehê li gorî daxwaza dozgerî tevgeriyaye û bi îdiaya “Heqaret li Serokomarî kiriye” salek û 2 meh û 17 roj û bi îdiaya “heqaret li Serokwezîrî kiriye” jî 10 meh cezayê girtîgehê li Boltanî biriye. (HA/FD)