Fotograf: ETHA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di doza kuştina Berkîn Elvanî de îro heyeta dadgehê biryar daye.
Dadgehkirina dozê li 17em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye û heyeta dadgehê bi sedema “kuştina bimebest a bigûman” 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li polîs F.D.yî biriye. Digel vê biryarê jî biryara girtinê nedaye û bi şertê kontrola edlî ya qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê ew serbest kiriye.
Heyeta dadgehê pêşiyê cezayê miebetê li bersûcî biriye û paşê ji ber bimebesta bigûman ew ceza daxistiye 20 salan. Di dewama wê de jî bi sedema ku wê ceza di pêş de bandorên neyênî lê bike ceza daxistiye 16 sal û 8 mehan.
F.D. hîna jî polîs e û li ser karê xwe ye.
Beriya danişînê Malbata Elvanî û Piştevaniya Taksîmê civîneke çapeminiyê li dar xistibûn û gotibûn ku “Em ji bo Berkînî edaletê dixwazin. Em qebûl nakin ku kujer û fail bi cezayên mîna xelatan werin parastin û rastî di tariyê de bihêlin, em ê ti carî qebûl nekin.”
Li gorî nûçeya Dokuz8ê Mûsa Pîroglû, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Alî Şeker, Sezgîn Tanrikûlû, Tûran Aydogan û Sera Kadigîl, Parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP), Alper Taş, Endamê Meclîsa Partiya ÇEP, gelek nûnerên partiyên siyasî û Dayik/Mirovên Şemiyê beşdarî civînê bûne.
Çi bûbû?
Di 16ê Hezîranê de, poîsan li Okmeydaniya Stenbolê êrîşî xwenîşanderan kiribû. Berkîn Elvanê 14 salî di êrîşê de bi fîşeka gazê ya polîsan birîndar bû û ji beriya bigihe nexweşxaneyê miribû. (AS/FD)