Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Li 36em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) ji Zanîngeha Bîlgiyê dêrsdêr Dr. Begum Başdaş cara duyem, ji Zanîngeha Kemerbûrgazê dersdêr Denîz Parlak cara pêncem,
Li 25em DCGyê ji Zanîngeha Enqereyê Doç. DR. B. D. cara yekem,
Li 37em DCGyê ji Zanîngeha Hasî lêkolîner Gîzem Sayin cara sêyem, dersdêr S. U. Cara çarem hatin dadkirin.
Li 36em DCGyê dadgehê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 3 meh cezayê girtinê li Denîz Parlakê, li 37em DCGyê jî dîsa bi heman îdayê, sal û 3 meh cezayê girtinê li S. U. hate birîn.
Heyetên dadgehan biryar girtine ku biryarên hatine dayîn aşkere nekin.
Çi bûbû?10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 26ê Sibata 2019ê 486 akademîsyen hatine dadkirin. Cezayê girtinê Dadgehan; Ji bo her yek ji 98 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê daye. Ji bo her yek ji 14 akademîsyenan salek 10 meh û 15 roj cezayê girtinê daye. Ji bo her yek ji 4 akademîsyenan salek û şeş meh cezayê girtinê daye. Ji bo akademîsyenekî 2 sal û mehek cezayê girtinê daye. Ji bo akademîsyenekî/ê jî sê sal cezayê girtinê daye. Dadgehan li ser hev cezayê girtinê daye 135 kademîsyenan. "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" Heta 27ê Sibata 2019ê, 12 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo her yek ji 7 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê, ji bo akademîsyenekî/ê du sal û sê meh, ji bo akademîsyenekî du sal û şeş meh, ji bo akademîsyenekî sê sal cezayê girtinê hatiye dayin. Biryara ji bo akademîsyenekî/ê hêj nehatiye eşkerekirin. Ji bo HAGByê fikra sê akademîsyenan nehatiye pirsîn. Yek ji wan 6 mehî, yek ji sê mehan 3 salî, û yek ji 2 sal û 3 mehan cezakirin. Bêyî ku HAGB bê pirsîn ji bo akademîsyenekê/î salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û şeş meh, ji bo akademîsyenekî jî 2 sal û 3 meh cezayê girtinê hatiye dayin. |
(TP/FD)