Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê cezayê girtima mûebed ji bo 6 kesan pesend kiriye. Di nav wan şeş kesan de, sê rojnameger; Mehmet Altan, Ahmet Altan û Nazli Ilicak jî hene.
Bersûc bi sûcê “tinekirina rêkûpêkiya li gor qanûna bingehîn ya [civakê]” têne sûcdarkirin.
Mehmet Altan, Nazlı Ilıcak, Fevzi Yazıcı, Yakup Şimşek beşdarî dadkirinê bûne. Ahmet Altan bi rêya SEGBISê(Sîstemên Peywendîdanê yên Bi Deng û Vîdeoyan) beşdarî dadkirinê bûye.
Bixwîne - Ahmet Altan hat girtin
127 rojnameger girtî ne
Li gor Rapora Çavdêriya Li Medyayê/ 2018 Nîsan-Gulan Hezîranê, 127 rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegerî û dosyayên siyasî heta 1ê Tîrmehê di girtîgehê de bûn. Ji 127 rojnamegeran 33 ji wan tên dadgehkirin. Lêpirsîna 40 rojnamegeran berdewam dike, 24 rojnamecer ceza xwarine, dosyaya 30 rojnamegeran li ber destê dadgehek bilind e.
73 rojnameger di saziyên medyaya nêzîkî Cimaeta Gulenî de dixebitin. 39 ji wan di medyaya kurdan de kar dikirin. Di vê demê de rojnamegerên girtî bi tohmeta “darbekarî”, “hewla rûxandina pergala destûra bingehîn”, “hevkarî û alîkariya bi rêxistinên weke FETO, PKK, MLKP, DHKP-C, TKEP/L, û Tevgera Berxwedanê re” hatine sûcdarkirin.
Par di van her sê mehan de ji 136 rojnamegeran 84 rojnameger rastî lêpirsînê hatibûn an jî hîna îdianameyên wan nehatibû amadekirin. Dadgehkirina 23 ji wan berdewam dikir û 19 ji wan jî ceza xwaribûn.
Çi bûbû?
Ji bo şeş rojnamegerên ku Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilicak jî di nav wan de ne cezayê mûebeda giran hatibû dayin. Rojnameger ji ber hewildana derbekirinê ya di 15ê Tîrmeha 2016ê de hatibûn girtin.
Bixwîne - Di sêyemîn daneşînê de jî biryara tehliyekê derneket
Dadgeha Cezayên Giran a 26. ji bo Ahmet Altan, Mehmet Altan, Nazlı Ilıcak, Fevzi Yazıcı, Faruk Şimşek û Şükrü Tuğrul bi sûcên “tinekirina rêkûpêkiya civaka girêdayî Qanûna Bingehîn” û “teşebisa tinekirina hikûmetê” cezayê mûebeta giran da.
Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo Mehmet Altanî biryara tehliyekirinê dabû, piştî 6 mehan dadgeha herêmê biryara dawiyê daye û Dadgeha Herêmê ya Stenbolê biryara tehlîyekirina Mehmet altanê rojnameger daye. Dadgeha Stenbolê cezayê mûebeta zehmetkirî dabû wî.
(EK/MB)