Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berna Laçîna lîstikvana fîlman ji ber ku par li dijî îdamê Twît nivîsîbûn doz lê hatibû vekirin û dihat dadkirin. Dadgeheka Stenbolê ji bo Laçînê biryara beraetê daye.
Laçîn bi sûcê “bi awayekê berçav, sivikkirina pîrozîyên dînî yên gelî” dihat dadkirin. Dozgeran ji bo wê salek cezayê girtinê dixwest.
Laçînê îro li ser hesabê xwe yê Twîterê da zanîn ku wê beraet kiriye.
Laçînê di Twîteka xwe de gotibû “heke îdam çareseriyek bûya axa Medîneyê dê rekora jimara tecawizê derbas nekira...”
Lîstikvanê diyar kiriye ku madem ew hatiye îlankirin ku bêsûc e divê ew kesên giliya wê kirîn û îftira lê kirîn mesrefa dozê bidin û cezayî bixwin.
(AO/MB)
*Me wê ji hesabê Twîterê yê Berna Laçînê standiye.